NûçeRojhilatanavinSûriye

Vegeryana deh hezar awareyên sûrî ji destpêka agirbesê li başûrê Sûriyê

Zêde ji deh hezar awareyên sûrî ji dema damezrandina agirbesê li başûrê Sûriyê, vegeryane malên xwe.

 Roja îniya buhurî dewleta Sûriyê raghand: Navbera  komên serhildayî yên çekdar û dewleta Sûriyê, peymana  agirbesê hatiye îmzekirin û serhildayiyên  çekdar ku çekên xwe radest dikin, dikarin tevlî vê agibesê bibin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê El-Minarê, çavdêrê mafên miropvan a Sûriyê jî raghand: Ji dema giranbûna pevçûnan li riyên  ber bi sînorê Urdinê, zêde ji 60 hezar kes ji xelkê van navçana  neçar mane terka malên xwe bidin û niha  tê texmînkirin bi damezrandina agirbesê û aramiyê,  gelek ji rûniştiyên  van navçana  vegerin malên xwe.

Niha gelek navçeyên başûrê Sûriyê bi taybet li derdora bajarê Derayê ketiye kontrola dewleta navendî ya Şamê û dewletê kariye bi azadkirina van navçana , hakimiyeta xwe ser beşeke  zêde ji başûrê welêt seqamgîr bike.

Başa dön tuşu