ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Vexwendina baylozê îranê bo wezareta karên derve yê Mîrnişînên Erebî bi mihaneyên pûç

Dewleta Mîrnişînên Erebî bona ku bîrûraya giştî ya xelkê ji cinayetên hevalbendiya erebî dijî xelkê Yemenê bixalifîne bane baylozê Îranê li Ebûzebiyê kir

Li gor rtapora telivîzyona Al-Alamê, Dewleta Mîrnişînên Erebî bona ku bîrûraya giştî ya xelkê ji cinayetên hevalbendiya erebî dijî xelkê Yemenê bixalifîne bane baylozê Îranê li Ebûzebiyê kir û mihana vê bankirinê jî evaye ku vî welatî îdiaya alîkarî dayîna Têhranê bo hêzên gelanî yên Yemenê kiriye.

Ebdulrehîm El-Evezî alîkarê wezîrê karên derve yê Mîrnişînên Erebî piştî vê vexwendina baylozê Îranê li gotarekîê îdia kiriye ku îran çek û sîlahan dide hêzên gelanî yên Yemenê û wan li vê barê nîgeraniya xwe dane diyarkirin.

Eva li halekê ye ku hema Mîrnişînên Erebî bi xwe yek ji van welatane ku tevlê hevalbendiya erebî ya êriş û destdirêjiya ser axa Yemenê ye û heta niha ji pişkin ji başûra Yemenê dagîr kiriye.

Gor raporên Rêxistiya Netewên Yekgirtî Ji ber êrişên hewayî yên Erebistanê û Mîrnişînên Erebî ser axa Yemenê li 22 mehên bihurî zêde ji 11 hezar ji xelkê sivîle Yemenê şehîd bûne û dehan hezar jî birîndar bûne.

Erebistanê bi alîkariya rojava û hinek ji welatên erebî yên navçê ji Adara sala 2015 bi mihana zivirandina Mensûr Hadî serokkomarê dest ji kar berdayî yê Yemen ser karê destdirêjiya ser axa Yemenê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu