CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Victoria Coates: Trump hez dike bi Îranê re muzakirê bike

Rêvebira Pillebilind a Karên Rojhilata Navînê li Konseya Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê got ku Serokomarê vî welatî hez dike bi Îranê re bi awayê dualî muzakirê bike.

Ligorî rapora Malpera Teletrader`ê li Vîyenê, Rêvebira Pillebilind a Karên Rojhilata Navînê li Konseya Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê Victoria Coates`ê idia kir ku pêşnîyara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a civîna digel Îranê ji dil û can e û ew hêvîdar e ku rayedarên Têhranê daxwaza wî qebûl bikin.

Ev nûçeya bi dû wê hate weşandinê ku Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di 8`ê Gulanê yekem salvegera vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê de amajeyî qusûrîya Ewrûpayê di warê cebirandina xerc û berdêlên wê vekişînê kir û ragihand: Îran di çarçova Rêketinama Atomî de cihanîna 2 sozên xwe disekinîne ta ku ewrûpî wê qusûrîya xe mideha 60 rojan de bicebirînin.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyîd-Ebbas Iraqçî jî got: Komara Islamî ya Îranê heta vê gavê ji Rêketinama Atomî venekişîyaye lê vekişîna “qonax bi qonax“ ji vê rêektinamê di destûrkarê da ye.

Başa dön tuşu