ÎranNûçeRojhilatanavin

Necefî: Ajansa Atomê careka din sozdariya Îranê ya derheq Lihevkirina Atomî piştrast kir

Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) got: Rapora nû ya Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) careka din piştrast dike ku kiryar û çalakiyên navokî yên Îranê tam li gorî Lihevkirina Navokî ne.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA), Riza Necefî roja Pêncşemiyê li gotûbêja bi IRNAyê ra her wiha got: Ev rapor ku rapora yezdehem ji roja cihanîna Lihevkirina Navokî û dehem rapora demsalî bo Koneya Hakiman li bara ceribandina rastîyan li warê cihanîna Lihevkirina Atomî tê hisab, gellek dişibe raporên berê yên Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) û guhertinên têda ji wan nivîsîna guhertinên têknîkî, dewama pêkanîna xebatên ji bo nûjenkirina rêaktora Ava Giran a lêkolînî ya Xendabê, çalakiya rêaktora lêkolînî ya Têhranê û beşên din li ser esasa bernameya dirêjdem a ragihandiî ya Îranê ye.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi bîr xist: Ev rapor dê dawîn rapora Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) li bara cihanîna Lihevkirina Atomî nebe, lê heke şiyana aliyên ewropî ji bo raberkirina garantiyên pêwîst tunebe, dê ev dawîn rapora Rêvebirê gişt ê ajansê bi vî rengî be.

Konseya Hakiman a Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) li civîna xwe ya demsalî ya meha Hezîranê di rojên 4 heta 8ê wê mehê, dê mijarên cûrbicûr ji wan vê raporê hilkolîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê 8ê Gulanê bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) mixabiniya xwe ji biryara yekalî ya serokomarê Amerîkayê ragihand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Almanya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê jî wek aliyên îmzekerê Lihevkirina Atomî, pişta vê lihevkirinameya navneteweyî digirin.

Başa dön tuşu