NûçeEwropaRojhilatanavinSûriye

Holanda dixwaze 40 welatiyên xwe yên girêdayî koma terorîst a DAIŞê ji kampên bin desthilata kurdên Sûriyê dê vegerine

Hikûmeta Holanda ragihand ku ew dixwaze 12 jin û 28 zarokên terorîstên DAIŞê ku xwedî nasnama Holandî ne li kampên bin deshilata kurdên Sûriyê vegerîne welat.

Di nemayekê de hikûmeta Holandayê tekez dike ku ew rijd in li ser vegerandina wan jinan ku tohmetbar in bi karên terorstî.

Hikûmeta Holanda di nema xwe ya ji bo Parlemanê de diyar dike dema ku ew hatin vegerandin dê rasterast werin desteser kirin û dadgehkirin

Di meha Adara îsal jî Holandayê 3 zarok û jinek ji kampa Holê vegerandibûn.

Başa dön tuşu