ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya nunerên kurd li bara êrişên terorîstî yên li Têhranê

Nunerên kurd ên meclisa şêwra Îslamî li daxûyaniyekê êrişên terorîstî yên heftiya buhurî li Têhranê şermezar kirin û tekez kirin ku nikarin tevgera tekfîrî ya DAIŞ`ê bi ti qewm û etnîk û mezheb û netewekî ve girêdin belkî hemî qewm û etnîk, mezheb û ol li hemberî vê diyardeya kirêt û rezîl rabûne.

Li gorî rapora Kurdpressê, li daxûyaniya nunerên kurd ên  meclisa şêwra îslamî ya Îranê hatiye tekezkirin:

Vê carê destê cinayetkarên DAIŞ`ê, tirba hezretê Îmam Xumeynî (RE) û meclisa şêwra Îslamî kirin armanc û  xwdênenasên  DAIŞ`ê hejmarek ji welatiyên  me yên ezîz şehîd kirin û hejmarek jî birîndar kirin.

Em tevî pîrozbayî û dayîna sersaxîyê bo malbatên  şehîdên  vê bûyerê û hêviya  şifayê bo birîndaran,  wek nunerên kurd ên meclisa şêwra Îslamî ya Îarnê vê kiryara terorîstî bi tundî  şermezar dikin û em  çavrê ne bi pêngaveke hişmendane û maqûl bersiva vê êrişa kor were dayîn.

Di dewam vê daxûyaniyê hat ragihandin ku  koma têrorîst a DAIŞ`ê bi tu qewm û mezheb û netewekî re nayê girêdanê û  xala hevpar a liv û tevgera DAIŞ`ê, cinayet û hovîtî ye û îrorojê hemî qewm û mezheb û ol li hember evê diyardeya rezîl rabûne û em kurd jî di rêza ewil a  rawestana li hember vê liv û tevgera xalifî û kirêgirtî de ne. Kurdan li Iraq û Sûriyê jî hejmareke zêde şehîd di warê rawestana  li hember DAIŞ`ê da raberî mirovahiyê kirin.

Li daxûyaniya  hanê tevî ragihandina kîn û nefreta ji liv û tevgera li dijî mirovahiyê û şermezarkirina vê kiryara terorîstî, nunerên kurd ên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê amadetiya xwe ya tam jibo rawestana li ber vê tevgera bixof radighînin û jibo parastina ewlehiya welêt û tenahiya vî gelî xwe amadeyî her cure  fîdakariyekê zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu