NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Rola Serdar Sulêymanî û El-Muhendis di têkdana terorîzmê de nayê jibîrkirin

Muhemed Kazim Alê Sadiq, Balyozê Îranê di mersima sêwemîn salvegera şehadeta serdarên Berxwedanê de li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê got: Serdarên şehîd bo rawestana li ber terorîstan, barekî giran dabûn ser milê xwe.

Balyozê Îranê li Iraqê got: Têkoşîna Serdar Sulêymanî û hevrêyên wî ji wan Ebû Mehdî El-Muhendis, nayê jibîrkirin, ji ber ku wan pîlanên terorîstan bêencam kirin. Alê Sadiq destnîşan kir: Serdar Sulêymanî bo berxwedan û rawestana li ber terorîzmê mektebek ava kir ku piraniya ewladên navçeyê ji vê mektebê ders wergirtine. Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê bal kişand ser mezinatiya kiryarên Serar Sulêymanî di warê rawestana li ber terorîzmê de û got: “Em nikarin karên ku şehîd Sulêymanî di astên curbicur di dirêjahiya salên temenê xwe de kirin, bihejmêrin.”

Başa dön tuşu