AborîCîhanNûçe

Li Amerîkayê maddeya ku ji çekên nukleerî tê çêkirin winda bû

Li Zanîngeha Idaho ya Amerîkayê maddeya bi navê plotonyûmê ku di çêkirina çekên nukleerî de tê bikaranîn winda bû.

Kovara Live Science di derbarê buyerê de nûçeyekê parvekir û got ku: Li Zanîngeha Idaho 14 gram plotonyûmê vê gavê winda ye. Tê îdiakirin ku di derbarê maddeyê de herî dayî di sala 2004an de agahî hatine qeydkirinê. Gi gorî qeydan maddeyê winda ji bo bi awayekî muhafezekirî ji bo ku bê binerdkirin hatiye birin lê dûre çi bûye nehatiye tomarkirin û agahiyên beriyê de hatine tomarkirin ew jî jê hatine birin. Ji ber ku zanîngeh bi awayek bêpergal tevgeriyayê cezayê pere lê hat birîn.

Tê zanîn ku maddeya plotonyûmê piranî di çêkirina çekên nukleerî de tê bikaranîn û ji çend gram wê jî mumkun e ku hêzeke nukleerî bê bidestxistin.

Başa dön tuşu