IraqNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Sîstanî teqîna terorîstî ya li Hileyê şermezar kir

Hezretê ayetullah Ul Uzma Sîstanî, merceê payebilind ê şîeyan li Necefa Eşref, teqîna terorîstî ya li nêzîkî bajarê Hilê û şehîdbûna hejmareka ziyaretkerên Erbeyîna Îmam Hisên (S) şermezar kir.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, Seyîd Ehmed El Safî, nûnerê ayetullah Sîstanî û xetîbê nimêja îniyê ya Kerbelaya Muelayê, ji zarê vî merceê payebilind ê şîeyan li Necefa Eşref, bi şermezarkirina teqîna terorîstî ya dijî ziyaretkerên Îmam Hisên (S), ev karê wan, hegera rezalet û bêhêvîtiyê û bi dawîhatina komên terorîst wesif kir.

Seyîd Ehmed El Safî, destnîşan kir: Komên terorîst, dema ku nekarîn jiber hişmendiya hêzên ewlehiyê, êrişî ziyaretkerên Erbeîna Îmam Hisên (S) bikin, li kiryareka necamêrane, êriş birin ser hejmareka ziyaretkeran li cîgeha ardûyê li El Şûmeliyê û wan şehîd kirin.

Nûnerê ayetullah Sîstanî li Kerbelaya Muelayê herwiha got: Bi hetim, ev karê terorîstî, wê hejmara evîndarên Îmam Hisên (S) zêde bike.

Roja pêncşemiyê, di encama teqîna tankêreka ardûyê ya bombekirî li pompa bênzînekê li navçeya El Şûmeliya bajarê El Hilê ya navenda parêzgeha Babilê li başûrê Bexdayê de, heya niha  100 ziyaretkerên Îmam Hisên (S) şehîd bûne û hejmarek jî birîndar bûne.

Hejmareka zav a şehîdên teqîna terorîstî ya li Hilê ku koma terorîst a DAIŞ`ê berpirsyariya wê girtiye ser milê xwe, îranî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu