ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Vîyana Komara Islamî ya Îranê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Vîyana Komara Islamî ya Îranê, dewama têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a meclisê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li hevdîtina tev Seyîd Emar Hekîm serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê li bajarê Têhranê, kêfxweşîya xwe ji ber serketinên vê dawîyê yên gel, dewlet û artêşa Iraqê di şerê dijî têrorîsmê da nîşan da û xwest ku alîyên sîyasî, etnîkî û mezhebî li vî welatî zêdetir hevdeng bin ta ku ewlehîya tam bê dabînkirin.

Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê jî qedrê Komara Islamîya Îranê ji ber piştgirîyên dide dewlet û gelê Iraqê girt û raporek li bara rewşa niha ya vî welatî û serketina hêzên dijî têrorîsmê raber kir.

Hekîm her wiha pêşeroja Iraqê piştî serketina tam li hemberî têrorîstan, bihêvî zanî û got: Niha hemî pêkhateyên Iraqê şîe, sune û kurd giheştine vê encamê ku jibo dabînkirina ewlehîyê û pêşketina li jîyanê, tu rîyek bilî hevkarî û pişkdarîya di çarçova Iraqê da tineye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu