CîhanEwropaNûçe

Volodymyr Zelensky bû serokomarê Ukraynê

Li gorî encamên seretayî yên dora duyem a hilbijartina serokomartiyê ya Ikraynê, Volodîmîr Zêlênskî (Volodymyr Zelensky) henekvan anku komediyeên nasyar ê ukraynî bi wergirtina zêde ji sedî 70ê dengan bû serketiyê vê hilbijartinê û serokomarê Ukraynê.

Li gorî rapora IRNAyê, Mêdyayên ukraynî ragihandin ku Volodîmîr Zêlênskî bi wergirtina sedî 73ê dengan kariye li hemberî Pêtro Proşênko, serokomarê niha yê Ukraynê ku alîgirê welatên rojavayî ye, bi ser bikeve.

Pêtro Proşênko Yekşemiyê bgi şev piştî ragihandina encamên seretayî, serneketina xwe di hilbijartinê da pejirandin, lê ragihand ku ewê ji qada siyasetê dûr neçe.

Proşênko di dora yekem a hilbijartina serokomartiya Ukraynê da sedî 16.54 û Zêlênskî jî sedî 30.25ê dengan bi dest xistibû.

Gelê Ukrayn roja Yekşemiyê jibo beşdariya di dora duyem a hilbijartina serokomartiya vî welatî dengê xwe dan.

Serneketina Proşênko, serokomarê niha yê Ukraynê di vê hilbijartinê da dihate pêşbînîkirin.

Başa dön tuşu