ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wajokirina belgên hevkariyê navbera Îran û Sûriyê

Îran û Sûriyê pênc belgên pêwendî û hevkariyê îmze kirin.

Bi beşdariya Îshaq Cehangîrî alîkarê yekim ê serokê Komara Îslamî ya Îranê û Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê li Têhranê pênc belgeyên hevkariya dualî ji aliyê rayedarên du welatan hatin îzmekirin.

Derxistin û behrewergirtina ji madena Fusfurê ya El-Şerqiyê ya Sûriyê bo Îran ji belgeyên giring e ku îro sêşemê ji aliyê Elî Teyibniya wezîrê aborî û darayiyê yê Îranê û Edîb Miyale wezîrê aboriyê yê Sûriyê ve hat îzmekirin.

Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê ku şeva buhurî bi taximeke pilebilind re sefera Têhranê kiriye vê sibê ji aliyê Îshaq Cehangîrî alîkarê yekim ê serokê Komara Îslamî ya Îranê ve bifermî hat pêşewazîkirin.

Her wih biryar e serokwezîrê Sûriyê tev Elî Şemxanî sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê li bara rewşa vê dawiyê ya agirbesa Sûriyê û civîna Qezaqistanê ku biryar e bi beşdariya nunerên dewletê  neyarên sûrî bê li darxistin, hevdîtin û gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu