IraqNûçeRojhilatanavin

Waliyê DAIŞ`ê li Til Eferê hat kuştin

Hêzên Heşda Şeibîyê di daxûyaniyekê de ragihand ku wan hêzana Wehîd Emîne waliyê koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya Til Eferê li bakurê parêzgeha Nêynewayê li bakurê rojavaya Iraqê kuştine.

Li gorî naveroka vê daxûyaniyê, Emîne û hevriyê wî li bakurê naçeya Eyaziyê li bakurê şaristana Til Eferê ketin ber kemîna tîmeke taybet ji fermandetiya Operasiyona Nêynewayî ya ser bi Hêzên Heşda Şeibî û hatin kuştin.

Başa dön tuşu