IraqNûçeRojhilatanavin

Waliyê DAIŞê yê bajarê Telaferê Ednan Eferî hate kuştin

Jêderekî ji Polîsên Neynewa îro, Sêşemê 1.08.2017 ragehand ku, derngiya şeva borî şereke giran di navbera çekdarên DAIŞê de li bajarê Taleferê qewimî, di encam de waliyê DAIŞê yê wî bajarî yê bi navê Ednan Eferî hate kuştin.

Neqîb Mihmed Tariq ji polîsên Neynewa ragehand ku, li bajarê Telafeê şerûpevçûn di navbera çekdarên DAIŞê derket di encama wî şerî de waliyê DAIŞê yê wî bajarî hate kuştin.

Herwiha wî berpirsê Polîsan da zanîn ku, sedema derketina şer nakokiyên di navbera çekdarên DAIŞê û fermandeyên biyanî nemaze ku, operasyona rizgarbûna wî bajarî nêzîkbûye.

Aşkere kir ku, di wî şerî çekên giran hatin bikaranîn û waliyê DAIŞê yê bajarê Telaferê bi nave Ednan Eferî û 4 serkirdeyên din hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu