IraqNûçeRojhilatanavin

Waliyê Mûsilê: “Bexdadî şerê Mûsilê kordîne dike”

Waliyê Mûsilê Nofel Aqûp di daxuyaniya xwe de ragihand ku em êdî nahêlin ku herêma Nînovayê têkeve deste rêxistina terorîst a DAIŞê.

Waliyê Mûsilê dibêje li gundê Bertile yê Başîqayê navend bo hêsankirina hatina koçberên Mûsilê danîne û Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî ji Mûsilê çûye, lê hê jî şerê bajêr kordîne dike.

Nofel Agûp di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku wan li gundê Bertile yê Başîqayê navendek bo hêsankirina hatina koçberên Mûsilê danîne û bi vî rengî alîkariya koçberên ku ji deste rêxistina terorîst a DAIŞê direvin, dikin. Agûp diyar kir ku ew êdî nahêlin Mûsil û Nînowa bikeve destê DAIŞê û got: “Ez soz didim û li hember soza xwe jî berpirs im.”

Waliyê Mûsilê li ser cihê mana Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî axivî û got: “Li gorî agahiyên me Ebûbekir Bexdadî ji Mûsilê çûye, lê hê jî şer û pevçûnên bajarê Mûsilê birêve û kordîne dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu