CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

“Waşîngton nikare Têhranê bêxe rewşa tenêbûnê“

Serokê Saziya Ênêrjiya Atomî ya Îranê li bara îdiayên bêbingeh ên serokomarê Amerîkayê li Riyazê li bara tenêkirina Îranê, got: “Waşîngton nikare Têhranê bêxe rewşa tenêbûnê“.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê roja yekşemiyê li civîna Riyazê li gorî Komara Îslamî ya Îranê wek beşek ji pirsgirêka navçeyê da zanîn û bi vê îdiayê ku Îran pişta têrorîsmê digire, îdia kir ku divê Îran were tenêhiştin.

Serokê Saziya Ênêrjiya Atomî ya Îranê, Elî Ekber Salihî li hevpeyivîna digel rojnameya fransî ya Le Figaro`yê ku îro anku sêşemiyê hat weşandin, got: “Bila Donald Trump bizane ku Îran di dema boykotan da jî nehat tenêkirin û geşepêdan û pêşketina xwe domand.

Salihî her wiha got: “Trump dixcwaze ji mal û heyitiya welatên dorhêla Kendava Farsê behreya herî zêde bibe; Ji ber viya mijara pêkanîna Tirsa ji Îranê û xeyalşopiyê li warê gefxwarina li Îranê girtiye ber xwe“.

Serokê Saziya Ênêrjiya Atomî ya Îranê li bara betalkirina ihtimalî ya Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê (nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar) ji aliyê Trump va, got: “Eger Lihevkirina Navokî ji aliyê amerîkiyan va bê betalkirin, wê Îran çalakiyên xwe yên navokî ji nû va dest pê bike û heta wê çalakiyên xwe bilezîne“.

Salihî li bersiva pirsa nûçegihanê Le Figaro`yê li ser metirsiya rûbirûbûna rasterast a Erebistan û Îranê, destnîşan kir: “Ev gef zêdetir wek dirûşmeyên zarokan in û siûdî baş zanin ku Îran li hemberî wan hêzxurteke sereke ye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu