ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Hatemî: Komîsyona hevkariyên berevaniyê yên Îran û Iraqê dicive

Wezîrê berevaniyê yê Îranê li bara lidarxistina yekim komîsyona hevkariyên berevaniyê navbera Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê agahî da.

Serleşker Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê yê Îranê piştî ku gihêşt  Bexdayê li nava koma nûçegîhana armanca sefera Iraqê şêwirîna li bara alûgrên navçeyî da zanîn û got: Li vê seferê mijarên zav ji bo muzakirê di rojevê de ne.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê, beşdariya li yekim komîsyona hevkariyên  berevaniyê yên Îran û Iraqê ji armancên sefera Iraqê da zanîn û got: Li hevdîtina  bi rayedarên  pilebilind ên Iraqê li bara berfirehkirina  hevkariyên berevaniyê û eskerî yên Îran û Iraqê gotûbêjê bikin.

Serleşker Emîr Hatemî her wiha  êrişa mûşekî ya vê dawiyê ya Emerîka û hevpeymanên  wê ser Sûriyê şermezar kir û got: Kiryarên cinayetkarane yên sê welatên Emerîka, Fransa û Brîtanyayê li êrişa mûşekî ser Sûriyê binpêkirina  eşkere ya qanûn û qayîde û qirarên  navneteweyî û manîsfesta Neteweyên Yekgirtî bûn.

Serleşker Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê yê Îranê vê sibê sefera Bexadyê kir û biryar e li vê seferê tev rayedarên pilebilind ên siyasî-berevaniyê yên Iraqê bicive û li bara  meselên dulaî, navçeyî û navneteweyî gotûbêjê bike.

Başa dön tuşu