CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Welayetî: Siyaseta gefxwarinê Amerîkayê nafilitîne

Serokê Navenda Lêkolînên Stratijîk a Civata Diyarkirina Xêr û kara nizama Komara Îslamî ya Îranê got: Bikaranîna siyaseta gefxwarinê dê Amerîkayê ji îflasbûna siyasî nefilitîne.

Elî Ekber Welayetî serokê Navenda Lêkolînên Stratijîk a Civata Diyarkirina Xêr û kara nizama Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li gotûbêja tev IRIB News`ê bal kişande ser gefên vê dawiyê yên Amerîkayê li dijî Îranê û destnîşan kir: Eva cara yekem nîne ku amerîkî gefên propagandayî û pûç bi kar tînin.

Welayetî bi gotina viya ku amerîkî baş dizanin ku îranî ji gefan natirsin, got: Gelê Îranê bi caran berxwedana xwe li hemberî gefan heta carna kirayrên wan wekî şerê sepandî yê Iraq dijî Îranê nîşan dane û dijminan tiştek bi dest nexistine.

Endamê Civata Diyarkirina Xêr û kara nizama Komara Îslamî ya Îranê alîkariya bo rêjîmên li halê têkçûnê û piştgira têrorîsmê li navçeyê ji wan Alê Siûd û Rêjîma Siyonîst ji egerên gefxwarina Amerîkayê dijî Îranê zanî û got: Ev rêjîmana ji têkçûn û şikestên ku li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê tûşî wan bûne, şerpeze û heyîrî ne.

Berpirsên amerîkî vê dawiyê û piştî ceribandina serketî ya mûşeka Balistîk a Îranê gef xwarin ku hemî bijardeyên wan li ser maseyê ne.

Amerîka îdia dike ku ev ceribandin binpêkirina Lihevkirina Navokî ye; Lê Îran û Rûsiye vê îdiayê re dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu