AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim: Eger Tirkiye ji Sûriyê derkeve pêwendiyên me dê normal bibin

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihand, heger Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, ew amade ne pêwendiyên xwe bi Enqerê re mîna berê bikin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di hevpeyvînekê ligel kenala “Almeyadeen”, ku nêzîkî Hizbullaha Lubnanê ye, ragihand, ew naxwazin bi bijardeya serbazî rûbirûyî Tirkiyê bibin, lê ew helwesta Tirkiyê ya derdarê operasyona artêşa Sûriyê li ser Idlibê red dikin.

Muelim daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê êrişa ser xalên çavdêriyê yên li Idlibê jî red kir û got, hêzên Sûriyê êrişî ti aliyekî nekirine û armanca wan ew e, xaka Sûriyê bi tevahî rizgar bikin.

Di çend rojên borî de, Tirkiyê hêzên rêjîma Sûriyê bi wê yekê tohmetbar kiribû ku êrişî xalên çavderiyê yên Tirkiyê yên li Idlibê kirine.

Wezîrê Derve yê Sûriyê şertek danî pêşiya Tikriyê û ragihand, heger Tirkiye piştevaniya xwe ji grûpên terorîst re rawestîne û tevahiya hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, wê demê ewê pêwendiyên xwe bi Enqerê re normal bikin, ji ber ku Tirkiye hêzeka dagîrker e.

Başa dön tuşu