NûçeRojhilatanavinSûriye

Welîd Muelim: Tirkîyê axa Sûrîyê dagir kirîye

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelim got: Tirkîyê hin deverên Sûrîyê dagir kirine û pişta komên têrorîst li wî welatî digire.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelim duh di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, li Pêkena paytexta Çînê behsa hebûna hêzên biyanî li Sûriyê kir û got, divê hemû hêzên navdewletî ji Sûriyê derkevin, bi taybetî jî hêzên Amerîka û Tirkiyê.

Welîd Muelim herwiha amajeyî meseleya jinûveavakirina Sûrîyê kir û got: Di warê pişkdarîya di plana jinûveavakirina Sûrîyê de ew welatana di serî da ne ku di şerê dijî têrorîsmê da li rex Şamê bûne.

Artêşa Tirkîyê mideha 3 salên buhurî da zêde ji 4 hezar kîlomêtrên çarkunc ji axa Sûrîyê ji wan şarê Efrînê dagir kirîye.

Başa dön tuşu