ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya wezîrê berevaniyê yê Îranê li bara derbasbûna paporên emerîkî bo nav bereya avî ya Îranê

Wezîrê berevaniyê yê Îranê got: Her paporeke emerîkî ger bixweze derbasî sînorê avî yê Îranê bibe dê pêşî lê were girtin.

 Serdar Sertîp Pasdar Huseyn Dêhqan îro nav koma  nûçegihanan li bara  hegera hereketa  qayiqên  tundrê ên Îranê ber bi paporê emerîkî got: Dabînkirina  ewlehiyê li Îranê û Kendava Farsê ser milê yekîneyên  deryayî yên Îranê ye; Loma  erka wan e ku  hatûçûn û kiryarên  gemiyên biyanî li navçê kontrol bikin.

Li gorî rapora  ISNA`yê,  serdar Dêhqan her wiha li bara  hizûra balefirên Rûsiyê li navenda hewayî ya Nojeya Hemedanê destnîşan kir: Îran ji endamên bibandor li xebatên li dijî terorîstî li axa Sûriyê û navçê ye û li vê riyê tev artêşa  Sûriyê û Rûsiyê jibo hêsankariya operasyona bejahî û zêdekriina  lezgîniya hêzên eskerî yên navçê hevkariyê dike.

Serdar Dêhqan bal kişand ser vê yekê ku Îranê rewşê jibo meşqa balefirên cengê yên Rûsiyê li navçê xweş dike û di eynî demê de got: Hizûra balefirên Rûsiyê li navenad hewayî ya Nojeya Hmedanê li çarçowa karên hevpar jibo rawestana li ber liv û tevegrên treorîstî û tekfîrî li navçê pêk tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu