ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê dadweriyê: Îran li civakên navneteweyî li djî Erebistanê dozê vedike

Li gorî rapora IRIB News`ê, wezîrê dadweriya Îranê, Mistefa Pûrmihemedî her viha got: Dosyeya karesata Mianyê li halê şopandinê ye û riyên cûrbicûr ên birina vê dosyeyê bo civakên navneteweyî tên hilkolandin.

Pûrmihemedî got: Pêvajoyên hiqûqî didomin; Para herî zêde ya vî karî divê ji riya navendên dîplomnatîk va bê şopandin û saziya dadweriyê jî ji bo lezandina vê dosyeyê alîkariyê dide.

Wezîrê dadweriya îranê li vî halî da got: Dewleta Erebistanê li pergala hiqûqî ya navneteweyî berçav nagire û navendên dadweriyê yên navxweyî li vî welatî jî serbixwe û xwedîbiryar ninin û berbendên mezin li ser riya hilkonadina dosyeya karesata Minayê hene.

Sala bihurî bi hezaran hecî ji wan 464 ziyaretkirên îranî roja cejna qurbanê (24`ê îlona 2015`an) û dema ku merasima hecîtiyê li çola Minayê pêk tanîn, ji be rsistî û bêtevdîriya berpirsên Alê Siûd jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu