ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xamaneî: Binpêbûna nirxên insanî û mafên mirovan, cihêkarî û nijadperestî ji rastîyên roja îro yên civaka Amerîkayê ne.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê pêkutî kir ku moral û fikra inqilabî, wêrekîya pêngavrakirinê, naskirin, insîyatîf, hêvîdarîya li bara pêşerojê, cesaret û teslîmnebûna li hemberî dijminan, yê pirsgirêkên welêt çareser bikin.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî îro li hevdîtina tev bi hezaran xwendekarên medrese û zanîngehên welêt, bereberê roja 13`ê Abanê (3`yê Mijdarê) wekî roja Xwendekaran û roja netewî ya Têkoşîna Li Hemberî Koledarîya Cehanî, li bara hin hereket û hewldanên bitaûlke jibo xalifandina rastî û mentiqa berxwedanê ya îmam Xumêynî (RE) û gelê Îranê li hemberî Amerîkayê li mejîyê nifşa ciwan û herwiha bicihkirina vê yekê li mejîyan ku tenha rêçareya pirsgirêkên welêt “ muzakire û sazişa ligel Amerîkayê“ ye, hişyarî da.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî bal kişand ser bûyerên dîrokî yên Roja 13`ê Abanê û, kontrolkirina sefareta Amerîkayê li Têhranê ku bibû hêlûna sîxorîyê,  wekî bûyera herî berbiçav a wê rojê zanî û got: Ev roja di rastîyê da, roja ciwanên bawermend, inqilabî û xuliqkar e ku bi pêngava xwe ya kontrolkirina hêlûna sîxorîyê, pêşî li her cure liv û tevgera dijmin girtin.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî wesfa îmam Xumêynî (RE) li bara kontrolkirina hêlûna sîxorîyê wekî “ inqilaba duyem“ bibîr xist û got: Ev wesif û navlêkirina bi hegera komplo û karên rezîl ên Amerîkayê yên berî û piştî inqilabê yên li dijî gelê Îranê bû, ji ber ku dewleta Amerîkayê jibo têkbirina inqilaba islamî her hewl û karê fermî û nefermî yê ji dêstî hat dikir û ciwanên inqilabî wê demê bi kontrolkirina hêlûna sîxorîyê, komploya Amerîkayê pûç kirin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li dewama gotinên xwe bal kişand ser gengeşeyên her du berbijarên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê û got: Ev du berbijar van rojana rastî û karesatên wisa têkildarî hundurê Amerîkayê aşkira dikin ku heta berî niha kesî bawer nedikir an nedixwest bawer bike lê, niha gotinên wan li gengeşeyan têkçûna nirxên insanî li Amerîkayê nîşanan didin.

Wî anegorî naveroka gengeşeyên vê dawîyê yên di çarçova rikeberîyên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê li bara cihêkarîya nijadî û hejarîyê li Amerîkayê da û vê yekê ku ji sedî 90`ê heyîtîya Amerîkayê li ber ji sedî 1`ê gelê vî welatî ketîye, bibîr xist: Binpêbûna nirxên insanî û mafên mirovan, cihêkarî û nijadperestî ji rastîyên roja îro yên civaka Amerîkayê ne.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî pêkutî kir ku heke gelê Îranê di serdema îmam Xumêynî (RE) da li hemberî Amerîkayê sekinî û heke roja îro jî hela jî durişman li dijî Amerîkayê dide û li hemberî vî welatî radiweste, ev yeka ser bingeha mentiqeke qahîm û biheger e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu