ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta Îtelaata Îranê: “Hinek ji sebebkarên alozîçêkirin û neêminiyên van rojana hatine naskirin û hatine girtin“

Wezareta Îtelaata Îranê li daxûyaniya xwe ya duşemê şev ragihand:“ Hinek ji sebebkarên alozîçêkirin û neêminiyên van rojana li nav welêt hatine naskirin û hatine girtin“.

Van çend rojanên bihurî hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Karbidestên Amerîka û Rejîma Siyonîstî û medyayên biyanî jî ji en kombûn bona behregirtina xwe istifade kirin û xebitîn ku van kombûnan ber bi aloziyê rênimûnî bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, wezareta Îtelaata Îranê li daxûyaniya xwe ya duşemê şev herwisa ji gelê mezine Îranê ku bi hişyarî riya xwe ji riya alozîçêkeran cuda kirin qedrzanî kir.

Başa dön tuşu