EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta Karên Derve ya Îranê kiryara têrorîstî ya li Londonê şermezar kir

Behram Qasimî xwe şirîkê xema malbatên gorî û zîyandîtîyên bûyera têrorîst ya li Londonê zanî û ji hemî welatan xwest ku bi şiklê hevalbendîyê, bi dil û can û berfire di asta navnetewî da û bi vîyaneke cidî tevlî têkoşîna dijî têrorîsmê bibin.

Qasimî herwiha got: Îran wekî welatê pêşnegê têkoşîna l idijî têrorîsmê ser vê bawerê ye, heta dema ku hevalbendîyên nekêrhatî, bêbandor û nimayişî li têkoşîna dijî têrorîsmê di astên navnetewî û navçeyî da û herwiha pîvanên durû yên welatên rojavayî li têkoşîna dijî vê dîyardeya şûm û neinsanî hebin, tu welatek nikare xwe li hemberî têrorîsmê û têrorîstan parastî bizane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Têrorîsm idî erdnigarî û sînoran nas nake û jibo birrîna rîşeyên vê dîyardeya şûm û binefret divê rêyên şandina sîleh û alavan bo têrorîstan bên birrînê û pêşîya piştgirîyên madî û meinewî bo welat û komên berbelavkerê fikrên têrorîstî û tekfîrî bê girtinê.

Fermandetîya polîsên têkoşîna dijî têrorîsmê ya Ingilîsê êrişa têrorîstî ya duh danê êvarê li Londonê got: Di encama vê bûyerê da herîkêm 5 kes hatin kuştinê û 20 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu