Wezareta karên derve ya Sûriyê daxwaza derketina destxwe ya eskerên emerîkî ji axa vî welatî kir
Wezareta karên derve ya Sûriyê daxwaza derketina destxwe û bêyî şert a eskerên emerîkî ji axa vî welatî kir.
Li gorî rapora SANA Newsê,rayeadrekî berpirsiyar li wezareta karên derve ya Sûriyê roja sêşemiyê diyar kir: Hebûna hêzên emerîkî û her hêzeke biyanî ya din bêyî îzna dewleta Sûriyê, dijminatî û destdirêjiya eşkere ser hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê û binpêkirina eşkere ya manîfest û qanûnên NY ye.
Vê çavkaniyê her wiha li gotûbêja bi SANA Newsê re got: Dewleta Emerîkayê tim îdia kiriye ku hêzên wê bi armanca rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞê ku li saya fîdakariyên artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê, nefesên xwe yên dawiyê dikşîne li axa Sûriyê de ne û niha girêdaykirina hizûra Emerîkayê bi çareserkirina qeyrana Sûriyê mehneyek jibo ev hizûra neqanûnî ye.