Wezareta karên derve ya Sûriyê, xisara êrişên Emerîkayê kêmtir ji cinayeta DAIŞê nîne
Wezareta karên derve ya Sûriyê bi şandina du nameyên cida bo sekreterê giştî yê Rêxistina NY û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ragihand ku xisara aborî û însanî ya êrişên hevalbendiyê bi serkirdetiya Emerîkayê ser welatiyên sûrî kêmtir ji cinayeta terorîstên DAIŞê nebûye.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona El-Exbariyê ya Sûriyê, li van du nameyan hatiye: Hevalbendiya emerîkî li êrişên xwe binavahiyên Sûriyê ji wan pire, bîrên nift û gazê, bendav, teşkîlata berhemanîn û belavkirina kareba û avê û anvendên giştî û taybet daye ber êrişan.
Dewleta Sûriyê li van namana ji konseya ewlehiyê xwest ku bila destdirêjiya hevalbendiya Emerîkayê ku gef li canê welatiayn ji wan jin û zarokan xwareiye şermezar bike.
Li encama êrişên hewayî yên balefirên emerîkî ser navça El-Cemîlî li Reqayê 43 kes ji wan çend zarok hatin kuştin.
Hevalebndiya bi serkirdetiya Emerîkayê her wiha li rojên derbasbûyî berpirsiyariya kuştina 484 welatiyan li operasyona xwe li Sûriyê û Iraqê girt istûyê xwe. Eva li halekê ye ku li gorî gotina saziyên hiqûqî, ev amara pir kêmtir ji hejmara rastîn a goriyên êrişên Emerîkayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)