NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta karên derve ya Sûriyê, xisara êrişên Emerîkayê kêmtir ji cinayeta DAIŞê nîne

Wezareta karên derve ya Sûriyê bi şandina du nameyên cida bo sekreterê giştî yê Rêxistina NY û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ragihand ku xisara aborî û însanî ya êrişên hevalbendiyê bi serkirdetiya Emerîkayê ser welatiyên sûrî kêmtir ji cinayeta terorîstên DAIŞê nebûye.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona  El-Exbariyê ya Sûriyê, li van du nameyan hatiye: Hevalbendiya emerîkî li êrişên xwe binavahiyên  Sûriyê ji wan pire, bîrên nift û gazê, bendav, teşkîlata berhemanîn û belavkirina  kareba û avê û anvendên  giştî û taybet daye ber êrişan.

Dewleta Sûriyê li van namana ji konseya ewlehiyê xwest ku bila destdirêjiya hevalbendiya Emerîkayê ku  gef li canê welatiayn ji wan jin û zarokan xwareiye şermezar bike.

Li encama êrişên  hewayî yên balefirên emerîkî ser navça El-Cemîlî li Reqayê 43 kes ji wan çend zarok hatin kuştin.

Hevalebndiya bi serkirdetiya Emerîkayê her wiha li rojên derbasbûyî berpirsiyariya kuştina 484 welatiyan li operasyona xwe li Sûriyê û Iraqê girt istûyê xwe. Eva li halekê ye ku  li gorî gotina saziyên hiqûqî, ev amara pir kêmtir ji hejmara rastîn a goriyên  êrişên Emerîkayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu