CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Wezîra berê ya derve ya Amerîka, Albright: Trump neyarê demokrasiyê ye

Wezîra berê ya Derve ya Amerîkayê Madline Albright dibêje, serokê niha yê Amerîka Donald Trump dijminê demokrasiyê ye lê nesekî faşîst nîne.

Madline Albright, ku di dema serokatiya Bill Clinton de Wezîrê Derve ya Amerîka bû, ji kovara Almanî ya Der Spiegel re behsa siyaseta serokê niha yê Amerîka Donald Trump kiriye û gotiye, Trump kesekî populîst û neyarê demokrasiyê ye ji ber ku li dijî sazî û dezgehên civaka demokratîk û medyaya azad e.

Albright, ku niha 81 salî ye û heyamekî jî nûnera Amerîka li NY bû, daye xuyakirin ku li Amerîka aştî û lihevhatina civakî sist bûye û peymana civakî jî mîna berê qehîm nemaye. Bi baweriya wê siyasetmedara Amerîkî, tenê dermanê wê nexweşiyê, demokrasî ye.

Wezîrê berê ya derve ya Amerîka dijîtiya Trump li hember demokrasiyê bi rêberê faşîst yê Spanya Benîto Mussolînî re daye ber hev û gotiye, Mussolînî digot “dema tu perrên mirîşkê yek bi yek birûçikînî kes zêde pê nahese…” Trump jî niha wisa dike û hêdî-hêdî saziyên demokrastîk yên civaka Amerîka ji nav dibe, ji ber wê jî gelên Amerîka zêde pê nahesin.

Başa dön tuşu