NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê aşitiya Sûriyê: Cihatina rêketina Daryayê rê ji bo rêketinên wiha amade dike

Wezîrê aşitiya Sûriyê Elî Heyder ragihand; cihatina rêketina Daryayê rê bona derketina grûpên çekdar ji vê navçê ji bo rêketinên wiha amade dike.

Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Elî Heyder wezîrê aşitiya Sûriyê roja îniyê got: Xelkê Dûmayê bona îcrabûna plana aşitiya netewî li navçê û Xûteya Rojhilata Şamê hinek pêşniyar dane, lê mudaxileya hin welatên navçê yên wekî Erebistanê nahêle aşitiya netewî li nav Sûriyê îcra bibe, ji ber ku muftiyên erebistanî ev cure aşitiyên netewî boykot kirine û rijandina xwîna kesên ku tev dewleta Sûriyê rêdikevin lazim dizanin.

Elî Heyder destnîşan kir; Grûpa terorîstî ya Cêyş ul Îslamê ku Erebistan jê piştevaniyê dike, grûpek ji dîlgirtiyên sûrî pê dolarên seûdî ji grûpên din kirîne ta ku Erebistan bikaribe ji van kesên dîl hatine girtin wekî belgeyek ser qazanca xwe behre bigre û dixwaze bi van cure zextûzoran ji dewleta Sûriyê parûpişkan bistîne.

Wî destnîşan kir; Rêxistina Netewên Yekgirtî jî tu nexş û roleke berbiçav li pilana aşitiya netewî nalîze ji ber ku ev plana sûrî ye.

Navenda isyixbarata Sûriyê ragihandiye ku niha zêde ji 4 hezar ji welatiyên sûrî, wekî dîl û girtî di destê grûpa terorîstî ya Cêyşul-îslamê da ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu