CîhanEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê dest ji kar berda

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, James Mattis dest ji kar berda û ragihand, pêwîst e Amerîka hevpeymanên xwe bi parêze û hemû alternetîva ji bo parastina berjewendiyên hevpeymanên xwe bi kar bîne.

Rojek piştî biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump  ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê nama destjikarberdana xwe radestî Trump kir.

Tê gotin ku Trump wezareta parastinê (Pentegon) ji vê biryara xwe agahdar nekiribû.

Ji aliyê din ve CNN ragihand ku Trump destûr daye artêşa Amerîkayê ku ji bo derxistina 7 hezar hêzên amerîkî ji nav Efxanistanê jî bernameyekê amade bike.

James Mattis di nameya destjikarberdana xwe de ragihandiye, piştî 40 salan xizmetkirina di nav artêşê de, ew hîn bûye ku pêwîst e Amerîka tevî rêzgirtina li hevpeymanên xwe, hemû alternatîvên pêwîst jî ji bo parastina xwe û hevpeymanên xwe bi kar bîne.

Mattis di nameya îstîfaya xwe de herwiha dibêje, pêwîst e Amerîka li hember wan welatên ku berjwendiyên stratejîk bûne sedema derketina aloziyan li gel wî welatî, xwedî siyaseteke zelal be, bi taybet li hember hinek welatên weke Çîn û Rûsya ku dixwazin hejmoniya xwe bi ser cîhanê de bisepînin û tekez dike, divê Amerîka hemû hewlên xwe bide ji bo ku rûbirûyê wan bibe.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dibêje, serok mafê wê yekê heye ku wezîreke hevfikrê wî pê re be, lewma ew dest ji posta xwe berdide.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî di peyameke twîterî de ragihand, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê heta du mehên din tê xanenişînkirin û bi zûtirîn dem kesek din li cihê wî dest bi kar dike.

Hêjayî gotinê ye rayedarên hikûmeta Trump li gor yên pênc hikûmetên berî wî  yên Amerîkayê zêdetir biryara desjikarberdanê dane.

Başa dön tuşu