ErebîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Wezîrê berevaniya Ingilîzê ji cinayetên Erebistanê li Yemenê berevanî kir

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezîrê berevaniya Ingilîzê piştevaniya êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê kir , êrişên ku heta niha bi hezaran kes ji xelkê sivîle vî welatî hatine kuştin û ragihandiye ku eva mafê Erebistanê ye ku êrişî ser axa Yemenê bike.

Wezîrê berevaniya Ingilîzê bal kişande ser peywendiyên baş yên vî welatî tev Erebistanê û îdia kir ku ev destdirêjiyên Riyazê ser Yemenê bona berevaniya ji xwe û bona çareserkirina kirîza Yemenê ne.

Ev gotinên Wezîrê berevaniya Ingilîzê li halekê têne gotin ku Borîs Canson wezîrê karên derve yê Ingilîzê vê dûmahîkê Erebistan tawanbar ku ev welata bona pêşbirina hedef û armancên xwe û birêxistina şerên bicihgirtî ji dînê islamê behre digire.

Erebistanê ji adara 2015 bona zivirandina Mensûr Hadî serokkomarê reviyayî û dest jikar berdayî yê Yemenê bo ser karê xwe , êrişî ser Yemenê kir.

Li van êrişan heta niha zêde ji 11 hezar ji xelkê Yemenê hatine kuştin û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu