ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Avêtina mûşeka Balistîk ji aliyê hêzên Yemenê ber bi Erebistanê ve

Yekîneya mûşekî ya Yemenê ragihand mûşekeka nêzîkmenzil a Balistîk ber bi Erebistanê ve avêtiye.

Li gorî rapora roja îniyê ya kanala nûçeyan a El Mesîrê, armanca ji avêtina vê mûşeka Balistîk a yemeniyan, navçeyeka leşkerî ya li axa Erebistanê hatiye ragihandin.

Yekîneya mûşekî yaYemenê, berî niha li dû avêtina mûşekeka Balistîk a Berkan H 2`an li 19`ê Kanûna sala buhurî ber bi Koşka Yemamê li Riyaza paytexta Erebistanê ve, ji destpêbûna qonaxeka nû ya sekinîna li hember destdirêjkerên siûdî- amerîkî agahî dabû.

Yekîneya mûşekî ya Yemenê, li daxuyaniyekê ragihand: Piştgîriya Amerîkayê ji Erebistanê nikare pêşiya xelkê bigire ku li hember êrişê bisekinin û xwîna kuştiyên êrişa leşkerî ya siûdiyan û kirêgirtiyên wan ser Yemenê, wê zeyi nebe.

Başa dön tuşu