IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Cereyanê yê Iraqê: Me pêwîstî bi gaz û cereyana Îranê heye

Wezîrê Cereyana Iraqê li bersiva daxwaza amerîkiyan li warê qutkirina gaz ûcereyana Îranê got: Bexdayê herî kêm sê sala pêwîstî bi kirîna enerjiyê ji Îranê heye.

Li gor rapora IRNA, wezîrê cereyanê yê Iraqê Luwî El-Xetîb duh li gotinekê ku medya Iraqê ew weşandiye diyar kir: Ji bo ku Iraq derheq cereyanê bê hewce bibe herî kêm du heya sê sal derfet jê re pêwîst e. Eva jî di encama cihanîna projeyên mezin pêkan e.

Wezîrê Cereyanê yê Iraqê got: Vê demê me pêwîstî bi kirîna gaz û cereyana ji Îranê heye, Niha hewcetiya me bi cereyana Îranê 1200 MW e û ji bo berhemanîna 2800 MW cereyana din jî divê em gazê ji Îranê bikirin.

Rayedarên iraqî derheq boykotên Amerîkayê li dijî Îranê bertek nîşan dane û bi caran gotine ne pêkan e ku em derkirîna ji Îranê bi taybet li warê cereyan û gazê qut bikin û ji bo ku derheq gaz û cereyan em hewcemend nebin çend sal derfet ji me re pêwîst e.

Îranê ji sala 2004 heya niha zêde ji 65 millyard cereyan firotiye Iraqê ku bihaya wê digihêje 6 milyard dollaran.

Başa dön tuşu