NûçeRojhilatanavinYemen

YEMEN- Imarat: Em ê rola xwe li Yemenê bidomînin

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên îranê nasyar bi ISNA`yê jiz arê ajansa nûçeyan a Xinhua`ya Çînê, wezîrê rawêjkarê li karên derve yê Imaratê, Enwer Qeqaş her viha ragihand: Ev yeka li ustioyê yemeniyan e ku lihevkirineke siyasî ya giştalî di navbera bereyên cûrbicûr li vî welatî bi dest bixin.

Wî li ser rûpela xwe ya Twitter`ê nivîsî: Mîrnişînên Yekbû-yî yên Erebî (Imarat) wê rola xwe li hevkarioya ligel Erebistanê bi armanca tişta ku wî qaço bidawîanîna şêrr li Yemenê ye da zanîn, bidomîne û di vê riyê da tu sînor û berbendeke demî tine.

Vî rayedarê yemenî viha gotinên xwe domandin: Imarat beşek ji hevpeymaniya leşkerî bi serokatiya Riyazê bi armanca piştgiriya ji dewleteke rewa û qanûnî li Yemenê ye.

Li gorî gotina vî rayedarê wezareta karên derve ya Imaratê, armanca opêrasiyonên vê hevpeymaniyê li Yemenê tam diyarkirî ne û ji pêşva hatine nasnadin.

Ev hevpeym,aniya li ser esasa idiaya serokê rêxistina dîplomasiya Imaratê armanca çareserkirina qeyrana Yemenê ji riya siyasî û vegerandina dewleta rewa li vî welatî dişopîne.

Qerqêş `Girtina rê li ber destwerdana Îranê li navçeyê` ji armancên din ên opêrasiyonên hevpeymaniya bi serkirdayetiya Erebistana Siûdioyê da zanîn.

Wî ev nivîsar rojekê piştî axaftina li bara `Qeyrana Yemenê` ku bi hebûna welîehdê Ebuzebiyê pêk hat, li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Twitter`ê belav kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu