AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Darayîya Iraqê: Şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Di Karên Aborî û Darayîyê de û Wezîrê Darayîyê yê Iraqê, Fuad Husên ragihand, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve berdewam e û dê berdewam be jî.

Di rojên bihorî de çend parlamenter û kadroyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK), li ser hesabên xwe yên di tora civakî ya Facebookê de hin zanyarî belav kiribûn ku ji ber ku Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê nedaye kompanyaya firotina petola Iraqê SOMO`yê, Bexda yê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê qut bike û dê dîsan sîstema paşekewta mûçeyan li Herêma Kurdistanê were sepandinê.

 Wezîrê Darayîyê yê Iraqê, Fuad Husên li ser vê yekê di daxûyanîyekê de diyar kir, şandina miaşê karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve berdewam e û dê berdewam be jî.

Fuad Husên got: “Şandina miaşê fermanberan di stuyê min de ye û şandina miaşan dê berdewam be.”

Wezîrê Darayî yê Iraqê tekez kir, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin û bûye yasa û ew jî weke hikûmetê pabendî cîbicîkirina yasayê ne.

Li gor yasaya bûdceya Iraqê, eger Herêma Kurdistanê mehane 250 hezar bermîlên petrola xwe radestî SOMO`yê bike, dê bûdceya Herêma Kurdistanê 10 trîliyon û 844 milyar dînar be, lê belê eger Hewlêr 250 hezar bermîlên petrola xwe radestî SOMO`yê neke, wê demê Bexda yê mehane 454 milyar dînarî ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û 60 milyar dînar jî ji bo Hêzên Pêşmerge bişîne.

Wezîrê Darayî yê Iraqê herwiha hêvî kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de bihê pêkanîn, daku ligel Bexdayê derbarê kêşeyên mayî de dest bi danûstandinan bike.

Fuad Husên herwiha pêgirî kir ku tu metirsiyek li ser miaş û destmiza karmendên  Herêma Kurdistanê tuneye.

Başa dön tuşu