AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê derve yê Îranê îro serdana Tirkiyê dike

Biryare îro wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Enqereya paytexta Tirkiyê bike û derbarê hin pirsên taybet girêdayî Sûriyê û peyvendiyên navbera Tirkiyê û Îranê li gel berpirsên wî welatî guftûgo bike.

Berdevkê wezareta derve yê Îranê Behram Qasimî di civîneke çapemeniyê de ragehand, îro wezîrê derve yê Îranê bo beşdarbûna şeşemîn civîna welatên Tirkiye, Îran û Azerbeycanê dê serdana Enqerê bike û li gel wê jî dê li gel berpirsên wî welatî bicive.

Başa dön tuşu