IraqNûçeRojhilatanavin

122 hezar kes vegeriyane malên xwe

Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê Derbaz Mihemed di daxuyanieyekê de ragihand, hejmara wan koçberên li kampên başûr û rojhilatê bajarê Mûsilê vegeriyane malên xwe gihiştiye 122 hezar û 137 kesan.

Derbaz Mihemed daxuyand, ku di heyama du rojên derbasbûyî de 2 hezar û 63 koçber ji kampên başûr û rojhilatê Mûsilê vegeriyane navçeyên xwe.

Li gor ragihandinê piraniya koçberan taxên Selam, Somer, Gogcelî, Wehde , Intisar, Reşîdiyê, Recim Hedîd, Felestîn, Xezra, Memûn, Zihûr, Kerame, Feyseliye û herdû bajarokên Geyar e û Şore vegeriyane ser mal û halên xwe.

Li gor amarên Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, heya roja 20-04-2017ê hejmara koçberên sînorê Nînowa gihiştiye 503 hezar kesan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu