CîhanEwropaNûçe

Zêde ji 40 welatên cîhanê nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên tecarî yên Trump dane diyarkirin

Nûnerên zêde ji 40 welatên cîhanê li civîna duh sêşemê ya Konseya kel û melên saziya tecareta cîhanî li Genevayê ,nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên tecarî yên Trump bona zêdekirina teirifeya erebe û kel û melên erebeyan dane diyarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA,yê, 28 endamên Yeketiya Ewrûpayê hevrê digel Çîn, Rûsiyayê, Norwêj, Tirkiye, Kastarîka, Venoziêla, Sengapûr, Birizîl, Koreya Başûrî, Mikzîk, Qeter, Taylend û Hindûstanê ji wan welatan bûn ku li civîna duh sêşemê yê konseya kel û melên saziya tecareta cîhanî li Genevaya Swîsê ,nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên tecarî yên Trump bona zêdekirina teirifeya erebe û kel û melên erebeyan dane diyarkirin û ragihandin ku ev cure siyasetên Amerîka yekalî ne.

Japon û Rûsiyayê pêştir xwestibûn ku endamên Saziya Tecareta cîhanî bona sekinîna li hemberî van cure siyasetên Yekalî yên Amerîkayê bicivin û herwisa hişyarî dabûn ku dewama van curesiyasetên Amerîka dê bibe sebeba hilweşyana nizama qanûna tecareta çendalî li cîhanê.

Ev civîna saziya tecareta cîhanî li halekî birê ket ku medyayên Amerîka vê dûmahîkê ragihandin Koşka Sipî li halê îcrakirina pilanekê bona derketina jinav vê saziyê ye.

Başa dön tuşu