ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê: Kiryarên têrorîstî li Îranê tunînin

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê got: Tevgerên dijî ewlehiyê û têrorîstî dê nekarin ku kiryarên têrorîstî li Îranê pêk bînin.

Seyd Mehmûd Elewî wezîrê ewlekariyê yê Îranê roja pêncşemiyê dema seredana sînorê Şelemçeyê li başûrê rojavaya Îranê li koma nûçegihanan herviha got: Tevî hewildana dijminên cîhanî û navçeyî heta niha ti kesên dijî ewlehiyê nekarîne têkevin Komara Islamî ya Îranê.

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê tevî pêgiriya li ser serdestiya hêzên ewlehiyê yên Îranê li navçeyê û dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên pişkdarê merasima çilê Îmam Hisên (S) got: Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê li warê hêsankirina meşa ziyaretkirên Erbeînê hevkariyeke baş digel hev hebûne da ku ziyaretkirên Erbeînê bêyî kişandina zehmetiyan ziyareta xwe pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu