ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê bi serokomarê Azerbaycanê re hevdîtin pêk anî

Wezîrê karên derve yê Îranê roja pêncşemê piştî ku gihîşte Bakûyê, i Îlham Elîev, serokomarê Azerbaycanê re hevdîtin pêk anî û bi hev re li ser mijarên ku her du alî jê hes dikin, gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve y Komara îslamiya Îranê, ji bo beşdariya li civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Îran, Komara Azerbaycan, Tirkiye û Gurcistanê, seredana Bakûyê kiriye. Zerîf berî hevdîtina bi serokomarê Azerbaycanê re û dema gihîşte Bakûyê, evê seferê derfeteke guncaw ji bo hevdîtina bi serokkomarê Azerbaycanê re û gotûbêja li ser hevkariyên pirr baş yên her du welatan da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî hevdîtina bi serokomarê Azerbaycanê re û hevdîtin û gotûbêja bi wezîrên karên derve yên Azerbaycan, Tirkiye û Gurcistanê re, beşdarî civîna çaralî bû.

Zerîf destpêka civîna çaralî ya Bakûyê li ser girîngiya vê civînê bona xurtkirina istiqrar, ewlehî û geşbûna aboriyê li navçê û sekinîna li hember gefên hewpar ên ewlehiyê yên wek terorîsm û tundrêtiyê pêgîrî kir.

Başa dön tuşu