EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf: Piştgiriya Îranê ji dewlet û gelê Efxanistanê didome

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Viyana cidî ya Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya ji dewletê û gelê Efxansitanê ye jibo ku ev welata bibe welatekî bi istiqrar, bi ewleh û pêşketî.

 Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf roja yekşemiyê li 6-mîn civîna  “Dilê Asiyayê-Pêvajoya Stembolê“ li bajarê Amerîtesarê ya Hindistanê got  pêvajoya alîkariya bo Efxansitanê pênc salan berî niha bi armanca pêşdebirina  hevkariya navçeyî ye jibo ku Efxansitan bibe  welatekî bi ewleh, aram û pêşketî.

Zerîf bala xwe da ser berhemanîna madên narkotîk û tund û tûjiyên navçê û diyar kir li gorî raporên vê dawiyê yên nivîsgeha kontrola madên narkotîk ên NY, berhemnaîna madên narkotîk  par zêdebûna  sedî 43 hebûye ku rewşeke baş jibo berfirehbûna  grûpên terorîstî û grûpên qaçaxçiyên madên narkotîk pêk aniye.

Zerîf bal kişand ser berfirebûna operasyonên terorîstî yên DAIŞê li nav Efxansitanê û tekez kir Îran hêvî dike pêvajoya aşitiyê bi rêveberiya dewleta Kabulê û bi xebitandina hemî potansiyelên  welatên navçê bidome û Efxanistanê ber bi aşitiya mayînde bmeşe.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha diyar kir hevhatinama  sêalî ya Îran, Hindistan û Efxansitanê li bara berfirehkirina bendera Çabeharê pênagevke giring  e ku Efxansitan bikarbe bighêje bazarên cîhanî ji riya deryaya azad  ku eva dê destekê bide geşatiya Efxansitanê.

Zerîf li bara alîkariya bo penaberên  efxan jî destnîaşn kir ku Îran li 37 salên buhurî mazovanê nêzîkî 3 milyon penaberên efxan bûye ku ew hemî îman û xizmetên  giştî ji wna xizmetên  tendrustiyê û hîndekariya giştî hebûne li halekê ku Îran tu alîkariyek ji aliyê civaka  navneteweyî nestandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu