NûçeRojhilatanavin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Endoniziyê hevdu dîtın.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê birêketina civîna awarte ya saziya hevkariya islamî li ser mesela berevaniya ji armancên Filistînê derfetek baş daye zanîn.

Li gor raporta ajansa IRNA`yê, “Mihemed Cewad Zerîf,” Wezîrê karên derve yê Îranê ku li Cakartayê ye, li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Mitroya Endûniziyê got: Li civîna Cakartayê digel hemû welatên pişkdar û bi taybet Endûniziyê li bara peydakirina rêçareyek ji bo çareserkirina mesela Filistînê û Qudsê dê bê axivtin.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî qedrzaniya ji mazovaniya Endoniziyê bona birêxistiina civîna hevkariya islamî hêviya xwe da diyarkirin ku desthata vê civînê bikaribe xêr û qazanca gelê Filistînê û Qudsê dabîn bike.

Zerîf her wisa hêviya xwe da diyarkirin ku civîna Cakartayê bibe destpêkek nû bona Filistînê û welatên ereb û yên ne ereb bikaribin alîkariya Filistînekî yekgirtî bikin.

civîna Pêncemîn ya saziya hevkariya islamî bi hizûra serok û karbidestên derecebilinde welatên endam îro duşemê li Cakartayê karê xwe destpê kir. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu