ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê: Iraq dê nema bikeve nav aliyê dijî Îranê

Wezîrê karên derve yê Iraqê destnîşan kir ku welatê wî dê nema bikeve aliyê dijî Îranê.

Li gorî rapora Baghdad Al Yawmê, Wezîrê karên derve yê Iraqê, Mihemed Elî Hekîm roja Şemiyê li hevpeyivîneka têlêvîziyonî wek bersiva bo pirsekê derbarê zextên Amerîkayê jibo tevlîbûna Iraqê nav aliyê dijî Îranê, destnîşan kir: Em daxwazin viha napejirînin. Helwêsta Bexdayê bêla ye û em nakevin nav pevçûnên navçeyî û navneteweyî.

Rayedarên dewleta Iraqê bi taybet Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê vî welatî bi caran destnîşan kirine ku ev welata dê nebe beşeka boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê û tevî hebûna boykotan, li dû xurtkirina pêwendiyên xwe digel Îranê ye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê wek bersiva bo pirseka din derbarê zexta Amerîkayê jibo hilweşandina Rêxistina Seferberiya Gelanî (Heşda Şeibî), got: Daxwazin bi vî rengî ji her aliyekî va bin , em napejirînin. Heşdê Şeibî beşela hêzên çekdar ên Iraqê ye û em îzna destwerdana li vî warî da nadine ti kesî.

Başa dön tuşu