IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku hêzên gelanî yên Iraqê gor qayde û qirar û erzişên mirovaniyê rolekî girîng li berevaniya ji xelkê Iraqê hebûye

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotinên xwe yên li civîna wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya Ereb li Qahirê got: Terorîstên ku li Iraqê cinayetan dikin hemû welatên cîhanê û bi taybet welatên erebî kirine hedefa êrişên xwe.

Ceferî got: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê niha li aliyê rojavaya Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî va dorpêç bûye û serketinên dijî van terorîstan pê xwîna hêzên iraqî hatiye dest.

Wezîrê karên derve yê Iraqê estnîşan kir; Li şerê dijî terorîstan hemû hêzên iraqî ji artêş, polîs, hêzên gelanî û hêzên Pêşmerge ku birayên me yên kurd in û hemû hêzên din pişkdar in û bona jinavbirina terorîstan hemûyan dest dane hevdu.

Hêzên gelanî yan Heşdê Şeibî li Iraqê û li şerê dijî terorîstan rolekî girîng hebûne û eva bûye sebeba hêrsbûna grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û alîgîrên terorîstan yên wekî Erebistanê û her li vê çarçovê Riyazê çend caran hêza gelanî ya Iraqê bi derew bi sûcê binpêkirina mafên mirovan li bereyên şêr tawanbar kiriye.

Piştî liv û tevgerên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav axa Iraqê û cinayetên vê grûpa terorîstî dijî xelkê ku helbet welatên wekî Amerîka, Tirkiyê û Erebistanê jî piştevanî dida vê grûpa terorîstî, ser fermana merceyê mezin ê şîeyên Iraqê, hêza Heşdê Şeibî yan hêza gelanî li Iraqê hat damezriandin û li kêlega hêzên din ên eskerî li vî welatî li hemberî terorîstan rawestan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu