Wezîrê karên derve yê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban cardin ragihandin ku mudaxilên Tirkiyê li Başîqê şermezar dikin û divê kuta bibe
Li gorî rapora Fars Newsê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iarqê û Ehmed Ebû -El-Xeyt sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li Bexdayê civîneke rojnamevaniyê ya hevpar li dar xistin.
Li gorî rapora kanala Al-Jazeera, El-Ceferî got : Em hêvî dikin ku Yeketiya Ereb li rawestana li ber terorîzmê li kêleka Iraqê raweste.
Wî li dewamê got : Helwêsta yekgirtî ya erebî li dijberiya li hember mudaxila Tirkiyê li Başîqayê peyameke bihêz bû bo piştgiriya ji Iraqê.
Ebû El-Xeyt jî got ku Yekitiya ereban ji Iraqê piştgiriyê dike û çend caran li dijî mudaxila Tirkiyê li Başîqayê rabûye.
Wî destnîşan kir: Hin pirsgirêk li bara vegeriyana Sûriyê bo nav Yekitiya Ereban heye û ez bawer im ku ev mijara piştî çareserkirina biaşitî dê safî bibe.
Hêzên Tirkiyê çend mehan pêştir bi mehana perwerdekirina hêzên kurd derbasî navça Başîqayê li bakurê iarqê bûn û hîn jî ji vê navçê derneketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)