CîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hemberî beşdariya nunerên Emerîkayê li muzakirên aşitiyê yên Sûriyê li Astanê dijberî kir

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li gotûbêja bi Tesnîm Newsê re li bara helwêsta Îranê li hember hziûra muhtemel a Emerîkayê li civîna  muzakirên aşitiya Sûriyê li Astanê got: Îranê emerîkî venexwendine û dijberê beşdariya wan li muzakirên aşitiya Sûriyê ye.

Pêştir Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja sêşemiyê di nav koma nûçegihanan de ragihand: Ez bawer im  vexwendina dewleta Donald Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê jibo beşdariya li gotûbêjên aşitiya Sûriyê li Astanê karekî durust be.

Di eynî demê de Muhemed Cewad Zerîf û Sergeyî Lavrov roja duşemiyê li bara rewşa Sûriyê û agirbesa li vî welatî ku pêka dewreyên derbasbûyî mayîndetir e, bi riya telefonê gotûbêjê kirin.

Muzakirên aşitiya Sûriyê navbera  neyaran û kesên çekdar tev dewleta Sûriyê bi navbeynkariya Îran, Rûsiye û Tirkiyê biryar e 23 Çilla îsal li Astana  paytexta Qezaqistanê bê li dar xistin.

Muzakirên  aşitiya Sûriyê li Astanê piştî şikesta stratejîk a terorîstan û alîgirên wan ji wan Emerîka, Erebistan û Tirkiyê li bajarê Helebê, bakurê Sûriyê û qebûlkirina agirbesê li vî welatî dê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu