Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf gihêşt Brukselê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li sêwem meqseda sefera xwe ya li bara rêketinnama navokî piştî derketina Emerîkayê ji vê hevhatina navneteweyî, duşemiyê şevê gihêşt Bruksela paytexta Belcîkayê.
Li gorî rapora Fars News’ê, Muhemed Cewad Zerîf biryar e sibê sêşemiyê li Brukselê tev wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê û her wiha Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê hevdîtinê pêk bîne û li bara pêşeroja rêketinnama navokî behs û gotûbêjê bike.
Wezîrê karên derev yê Komara Îslamî ya Îranê beriya Brukselê sefera Çîn û Rûsiyê kiribû.
Trump serokkomarê Amerîkayê heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din da raghand.
Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.
Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Nteweyên Yekbûyî mixabiniya xwe li bara biryara yekalî ya serokkomarê Emerîkayê da diyarkirin.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê sêşemiyê şevê piştî raghandina derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî bal kişand ser vê yekê ku Wezareta karên derve ya Îranê ferman daye ku heya çend hefteyên din bi welatên ewrûpî, Rûsiye û Çînê re muzakireyê bike û destnîşan kir ku ger berjewendiyên gelê Îranê neyên dabînkirin tevî dijberiya Emerîka û Rejîma Siyonîstî, Komara Îslamî ya Îranê dê li nava rêketinnama navokî de bimîne.