ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê karên derve yê Sûriyê bona hewldanên Îran û Rûsyê bona dabînkirina agirbesa li vî welatî, qedrê wan welatan girt

Wezîrê karên derve yê Sûriyê bona hewldanên Îran û Rûsyê bona dabînkirina agirbesa li vî welatî, qedrê wan welatan girt.

Li gorî rapora kanala AL ALAM`ê, Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, pêncşemiyê bi şev û bereberê destpêbûna cihhatina hevhatinnameya agirbesê got, Sûriye bi Îran û Rûsyê wekî damezînerên vê hevhatinnamê di bereyekê da ne.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê got, li gotûbêja bi riya telefonê ya berêvara pêncşemiyê tev Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, aliyê îranî destnîşan kir ku Îran li  cem Sûriyê ye û her wekî berê pişta têkoşînên dijî terorîstî yên dewleta Şamê digire.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê got, Vlademîr Pûtîn, roja pêncşemiyê  li Moskovayê ji sekinandina kiryarên bi dijminatî û agirbesa li Sûriyê agahî da  ji ber vê yekê baweriya me bi garantiya Rûsyê heye.

Welîd Muelim, herwiha got, Hizbullah berovajiya komên çekdarên ku ji riya sînorên Tirkiyê derbasî axa Sûriyê bûne, li ser xwesteka fermî ya dewleta qanûna ya li Sûriyê, di vî welatî de ne.

Bi vî halî, Muelim destnîşan kir: Tirkiye ji hêla gel û berpirsên Sûriyê ve welatekî destdirêjker e ku hin beşên axa Sûriyê dagîr kiriye,

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, herwiha got, Erebistan û Qeter hîn nizanin ku li Sûriyê şikest xwarine.

Welîd El Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê destnîşan kir, heft kom ji komên çekdar, hevhatina agirbesê îmze kirine û ev komana divê xwe ji komên terorîst ên DAIŞ û Bereya El-Nusreyê, dûr bigirin.

Agirbesa ku serokomarê Sûriyê ew ragihand, di saetên destpêka sibeha îro dest pê bû û welatên curbicur ên wekî Amerîka û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) jî jê pêşwazî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu