CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên dreve yê Fransayê: Boykotên li dijî Îranê werin betalkirin

Wezîrê karên derve yê Fransayê li bereberê sefera Têhranê, daxwaza betalkirina hemî boykotên li dijî Komara Îslamî ya Îranê kir.

  Jean-Marc Ayrault (Jan Mark Ayro) wezîrê karên derve yê Fransayê yekşemiyê şevê li hevpeyvîna bi IRIB Newsê li Parîsê bal kişand ser giringiya  hevhatina navokî ya Îran û grûpa 5+1`ê û tekez kir: Fransa rêzê jî rêketinnama navokî digre û hêvî dike hemî boykotên li dijî Îranê bên rakirin. wezîrê karên derve yê Fransayê ku îro jibo şêwirîna  tev rayedarên  Komara Îslamî ya Îranê  hatiye Tehranê, destnîşan kir: Îran û Fransa hevkariyên çendalî bi taybet li warê aborî hebin û li sefera xwe ya Îranê li civîna dualî ya Têhran-Parîsê beşdar bibin .

Jean-Marc Ayrault (Jan Mark Ayro) destnîaşn kir: Li sefera Têhranê her wiha li bara  pirsgirêkên navçê ji wan  Sûriye, Iraq û Yemenê dê bi rayedarên  Îranê re  gotûbêjê bikin.

Wezîrê karên derve yê Fransayê ku bi taximeke pilebilind  ê siyasî û aborî sefera Têhranê dike biryar e  xêncî hevdîtina tev  Hesen Rûhanî, serokkomar û Muhemed Cewad zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna  hevpar a aborî yên du welatan  beşdar bibe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu